• DOLAR 32.517
  • EURO 34.592
  • ALTIN 2502.16
  • ...
Rejima sîyonîst a îşxalker 9 hezar zarokan desteser kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di raporê de hat bal kişandin ku hê jî di zindanên rejima îşxalker de 160 zarokên Filistînî yên ku hê nebûne ciwan esîrin. Destnîşan kir ku wan zarokan di girtîgehên rejima îşxalker a Ofer, Damon û Mecduyê de tên esîrgirtin.

Li gorî raporê wan îşxalkeran, di sala 2000î ya ku di dema dest pê kirina Întîfadaya Eqsayê de heta niha hêjmarên Filistînîyên ku ‘emrên wan di binê 18 salî da ne jî 19 hezar in. Di nav wan esîran de zarokên ku ‘emrên wan di binê 10 salî de ne jî hene.

Di daxuyanîya Qlûba Esîr ya Filistînê de hat destnîşankirin ku esîrgirtina zarokan yê ku rejima îşxalker dike ji polîtîqaya wan yê ku heta niha nevegîraye ye. Wan zarokên ku hatine esîrgirtin jî li nêzê gund, navçe û bajarokên ku di çarçoveya fealîyetên cihûyîkirinê de hatine avakirin an jî li qempên miltecîyan an jî li gundên Qudsên yê ku di bin îşxalê da ne de hatine esîrgirtin.

Di berdewama raporê de hat dîyarkirin ku zarokên ku herî zêde hatine esîrgirtin di encama êrîşên ku li Qudsê hatine kirin de hatine esîrgirtin.

Di dawîya raporê de derheqê îşkenceyên ku li zarokan tê kirin de jî agahî hat dayîn û di qanûna rejima îşxalkeran de îşkencekirina ji zarok, Filistînî û endamên şebekan re îzîn tê dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir