Ji sedî 22 zam li heqê genim hat kirin
Li piyaseyên navneteweyî piştî bihabûna genim, Ofîsa Mehsûlan a Tirkiyeyê (TMO) ji sedî 22 zam li heqê genimê ku difiroşe pîşesazkaran kir.
TMOyê heqê tonê genimê nan ê ku ji pîşesazên ardê yên bi peyman re tê firotin ji 2 hezar û 650 lireyî derxist 3 hezar û 210 lireyî.
Serokê Federasyona Nanpêjên Tirkîyeyê Halîl Îbrahîm Balcî, diyar kir ku di meha Remezanê de bihabûn çênabe û ew ê zam piştî cejnê li heqê nan bê kirin.(ÎLKHA)