• DOLAR 32.167
  • EURO 35.216
  • ALTIN 2476.257
  • ...
Ji  Platforma Nesla Quranê  tewsîyeyên Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şerîf Kaçanê Koordînatorê Bajara Dîyarbekir yê Platforma Nesla Quranê derheqê meseleyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku meha Remezanê ji teref Xwedê Teala ve ji bona evdên xwe re kirîye wek îhsanekî û ji evdên xwe re şîyandîye.

Kaçan di axavtina xwe de weha got, “Meha Remezanê meheke wisaye ku xêrên ku ji bona îbadetan di vê mehê de tên dayîn, ji mehên dinê zêdetir e. Ji ber vê yekê daxwazîya me ye ku gerek di vê meha ku serê wê rehmet, nava wê mexfîret û dawîya wê jî xelasîya ji cehennemê ye de îstîfadeyeke mezin bêkirin. Encex ji bona ku mirov di vê meha mibarek de daxwaz dike ku gelek îstîfadeyan bike di serî heta dawî de bi bernameyeke rojên xwe derbas bike.”

Kaçan di berdewama axavtina xwe de bi bîr anî ku gerek mirov di vê mehê de bi malbatî an jî bi civakî bernameyan tertîp bikin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em bi vê nîyetê û bi vê fikrê, bi navê Platforma Nesla Quranê ‘Tewsîyeyên Meha Remezanê’ ji birayên xwe re daxwaz kir ku em ji wan re  belav bikin. Armanca me ev e ku bi wesîleya wan tewsîyeyan ji vê Remezana mibarek bi heqî îstîfade bikin. Em bi vê wesîleyê Remezan a hemû alema Îslamê pîroz dikin, ji Rebbê xwe jî daxwaz dikin ku vê xwîna ku li ser ‘erdên Îslamê tê rijandin û ev zilma ku tên kirin bê dawîkirin; ji bona rabûn, yekîtî û azadîya ummetê re bibe wesîle.”

Tewsîyeyên platformê wisa ne:

1- Quran bi muqabeletî bila bê xwendin

Dema ku Quranê di malê de bixweyînin, di rojê de herî kêm cizekî û bi tevî malbatên xwe bi muqabeletî bixweynîn.

Kêmasîya xwendina Quranê di vê mehê de temam bikin.

Di serî de zarok û paşê ferdên dinê yên ku Quranê nizanin bixweynin bila xwendina Quranê hîn bibin, kesên ku tecwîdên nizanin bila tecwîdê hînbibin.

2- Dersên Îlmîhalê bikin

Di serî de zarokên me û bi ferdên malbatê me di vê meha Remezanê de eger ku dubare be jî dersa îlmîhalê bikin.

3- Dersa sîyerê bikin

Kitêbeke sîyerê bi tevî malbatên xwe bi dersîtî bixweynin.

4- Nimêja bi cemaatî

Nimêjên ku di malê de bên kirin bila bi cemaatî bên kirin.

Ferdên malbatê hînê nimêjên nafileyê bikin.

Ferdên malbatê hînê nimêja şevê bikin û vê nimêjê jî ji bona ku bibe wek xûy micadele bikin

5-  Îdraqkirina Şeva Qedrê

Şeva Qedrê an di mizgeftan de an jî di malên xwe de mitleqe îdreq bikin û gelek duayan bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir