• DOLAR 32.238
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2507.527
  • ...
Wezîrên Karên Derve yên Qetar û Efxenîstanê derheqê Balafirgeha Kabîlê de hevdîtin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdulkahar Belhîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de destnîşan kir ku Muttakî, li Dohayê bi Alîkarê Serokwezîrê Qatar û Mohammed îbnî Abdulrahman Al-Thanîyê Wezîrê Karên Derve yê Qatarê re hevdîtinek kir.

Belhî, di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku ew meseleya şixulandina Balafirgeha Kabîlê bidestxistin û ji bona civîneke dinê jî li hev kirin.

Di berdewama daxuyanîya Belhîyê de hat dîyarkirin ku ew pêvajoya perwerdehîya li Efxenîstanê û zorîtîya îqtîsadîyê jî bidestxistin.

Ji civînê re Şêx Şahabuddîn Dîlawerê Wezîrê Neft û Maden yê Efxenîstanê û Karî Dîn Muhammed Hanîfê Wezîrê Ekonomîyê jî beşdar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir