• DOLAR 32.269
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2409.909
  • ...
Ji teref mirabitên Filistînê ve banga xwedîderketina li Mescîdî Eqsayê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mirabitên pîrek yên ku Mescîdî Eqsa û pîrozên Îslamî li hember êrîşên rejima îşxalker diparêzin ji mirovên ku di Şerîaya Rojava, Quds û herêma ku di sala 1948an de hatîye îşxalkirin de dijîn re bang kir.

Henadî El-Halewanîya ji mirabitn Mescîdî Eqsayê ya ku tê naskirin di banga xwe de destnîşan kir ku li hember wan rejima îşxalkerên ku di her rojan de êrîşî li pîrozên Îslamê dikin, wan pîrozan qirêj dikin û di her meha Remezanê de jî êrîşên wehşî dikin gerek fealîyetên rîbatê bê zêdekirin û gerek bi serî Mescîdî Eqsa û pîrozên dinê  bên parastin.

El-Halewanî di axavtina xwe de weha got, “Gerek tu dem Mescîdî Eqsa bêxwedî neyê hêştin û heta ku ev cîhê pîroz bighêje azadîya xwe ji bona wê micadele bê kirin û lazim e ku ev der bê parastin.”

El-Halewanî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku di 30ê Adarê de ew ê bernameya ‘Hevdîtina Fecra Mezin’ bi navê ‘Şefeqa Roja ‘Erd’ bê tertîpkirin, ji ber vê yekê di vê bernameyê de gerek Mescîdî Eqsa bê tijekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir