• DOLAR 32.299
  • EURO 34.835
  • ALTIN 2412.954
  • ...
Blinken: Rûsyayê li Ukraynayê sûcên şer kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê sivîlên di şerê li Ûkraynayê û êrîşên Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dane  de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Blinken diyar kir ku beriya niha jî gelek caran daxuyanî û nirxandinên “Armanckirina sivîlan sûcê şer e” kirine.

Blinken got, "Hêzên Pûtîn van taktîkan li Groznî û Helebê jî bikar anîn, li wir bombebarankirina xwe xurtir kirin da ku berxwedana gel bişkînin. Hefteya borî min got ku pisporên rayedar ên DY ji bo belgekirina sûcên şer ên potansiyel ên li Ukraynayê dixebitin. Agahiyên ku îro li ber destên me hene, ez diyar dikim ku rêveberiya Amerîkayê gihîştiye nirxandina xwe ku hêzên Rûsyayê li Ukraynayê sûcên şer kirine." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir