• DOLAR 32.644
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2441.492
  • ...
HUDA PAR: Newroz mizgîndarê hatina biharê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanî ji teref Şehzade Demirê Berdevkê HUDA PARê ve hat xwendin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Newroz mizgînîya biharê ye. Bi hatina biharê tebîet ji nû ve geş dibe. Asîman ji tarîtîyê derdikeve. Tav, ronahîya xwe ya ku can dide tebîetê ji nû ve belavê tebîetê dike. Hemû candarên ku di zivistanê de di mal û hêlînên xwe de asê mane, koçê tebîetê dibin. Însan jî wek tebîetê ji nû ve geş dibe. Ji ber vê yekê Newroz wek ‘îdê hatîye hesibandin; bûye nîşaneyên raman û hîssên xweşik yên şadî, coş û heyecanê. Wek wecîza Ustad Seîd Nursî Newroz “’îda mehlûqatan e”. Yanê hevparê kêfxweşîya hemû candaran e. Însan jî ji bo ku ‘ezayekî vê mehlûqatê ye beşdarê vê ‘îdê dibe. Em pîrozbahîyê di nav meşrûyî û bi şiûra lazimatîya şikirê yê candarîya ji nû ve û piştî tengasîyê gihaştina firebûnîyê daxwaz dikin.

Newroz, însanîyetê; bu tinebûnîya ferqa ziman, dîn, reng û nijadê di ‘îdekî hevparîyê de tîne li cem hev, îspat dike ku kehnîya hemûyan yek e. Newroz, kêfxweşîya hemû milletên ku li ser vê coxrafyayê dijîn e. Newroz, ji bona kurdên ku di tarîxê de dûçarê gelek zilm û şîddetê bûne re di hefizeyan de tê me’neya qedandina pirsgirêk û zorîtîyê, ji bona kurdan azadî û xweşikîyê îfade dike. Em di vê me’neyê de daxwaz dikin ku bila Newroz, di serî de ji bona milleta Îslamê, di zihnîyeta hemû însanîyetê de bibe bûyera pêşveçûna şiûr, edalet, biratî û aşîtîyê. Newroz bila bibe derbas bûna îxtîlafê ya ku ji ber sebeba teessubîyê çêdibe.

Newroz li ser axa me bibe wesîleya aşîtî û aramîyê.

Newroz ji bo hemû zindîyan û bi taybetî ji bona însanîyetê pîroz be! (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir