• DOLAR 32.249
  • EURO 34.902
  • ALTIN 2424.654
  • ...
Li Meletîyê 6 erebe li hev qelibîn: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erbeya bi plaqa 44 ACL 437 yê ku di bin qontrola R.A.yê de bû li erebeya bi plaqa 44 NL 826 yê ku di bin qontrola M.D.yê de bû qelibî. Erbeyên ku li hev qelibîn dû re li 4 erebeyên dinê qelibîn. Di encama qezayê de şofêrên R.A. û M.D. birîndar bûn û di erebeyan de jî xesarên maddî pêk hat.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê  ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye û tenduristî hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku ji bîrîndaran yek hat şîyandin Navenda Tipa Taybet a Turgut Ozalê, birîndarê dinê jî hat şîyandin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Meletîyê.

Hat ragihandin ku rewşa her du birîndaran jî baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir