• DOLAR 32.29
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2414.259
  • ...
Di encama êrîşên Rûsyayê de li Ukraynayê heta niha 115 zarok mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Serokomariya Ukraynayê ragihand ku di navbera 24ê Sibatê û 20ê Adarê de, di encama êrîşên artêşa Rûsyayê de 115 zarok hatine kuştin û zêdetirî 140 zarok jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên li ser herêmên Kîev, Xarkov, Donetsk, Çernîhîv, Nîkolaev, Zîtomîr, Sumy û Xersonê de gelek zarok mirin û birîndar bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de 489 saziyên perwerdehîyê zirar dîtine û 69 ji wan bi temamî hatine rûxandin.

Hat destnîşankirin ku daneyên ku hatine eşkerekirin ne teqez in û li herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve demkî hatine dagirkirin nikarin kontrol bên kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir