Li Edeneyê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin: 10 binçavî
Serdozgerîya Komarîya Edeneyê, di çarçoveya tehqîqata li dijî PKKê de derheqê 10 kesên şikdar de qirara binçavîyê da.
Polês, ji edresên ku di berê de hatibûn tespîtkirin re operasyon li dar xist û 10 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin şikdarên ku hatin binçavkirin ji bona rêxistinê li Sûrîyeyê fealîyetan kirin û li ser medyaya civakî jî propagandaya rêxistinê kirine.
Di encama operasyonê de di edresan de gelek amûrên dîjîtalî jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)