• DOLAR 32.494
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2436.79
  • ...
Filistînîyan di nimêja serê sibê de li Mescîdî Eqsayê kom bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameyên “Hevdîtinên Fecra Mezin” ê ku Filistînîyan her rojên Înê di nimêja serê sibê de tertîp dikin berdewam dike.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin vê hefteyê jî bernameya ku 12emîn e hat tertîpkirin, vê hefteyê bi taybetî ji bona pîrekên ku mirabita Mescîdî Eqsayê ne bên şerefyarkirin bi navê “Şefeqa Pîrekên Azad” hat tertîpkirin.

Cîhê kombûnê wek her carî dîsa Mescîdî Eqsa bû.

Bernameya ku vê salê li rastê nav meha Şebanê hat bi beşdarbûna piranîya pîrekan dîqet kişand. Ji ber ku beşdarbûn zêde bû nobedarên Mescîdî Eqsayê mecbûr man ku nimêjgeha Eqsa ya Kevn jî vekin.

Hêzên rejima îşxalker jî dîsa weh her demê rêyan girt û nehêştin ku bila mirov biçin Mescîdî Eqsayê. Di vê demê de êrîşî pîrekeka mirabit ê ku fotoxraf dikişand jî kirin.

Wan îşxalkeran, li Babu’l-Amudê jî du ciwanan derb kirin û dû re wan desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir