• DOLAR 32.691
  • EURO 35.431
  • ALTIN 2486.051
  • ...
Ewrupa Yetîmelî û ÎHO EBRAR li Helepçeyê ji bi hezaran malbatan re alîkarîya xwarinê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref rayedarên Komela Ewrupa Yetîmelî û ÎHO EBRARê ve li Helepçeya ku girêdayê Kurdistana Başûr ji gelek malbatên mixtac re destê alîkarîyê hat dirêjkirin û ji wan re xwarin hat belavkirin.

Organîzasyona alîkarîyê, bi tevî Komeleya Helepçeya Serwerîyê ku li herêmê fealîyetan dike li Eywana Konferansê hat tertîpkirin.

Ji bernameyê re Azad Tofîqê Walîyê Helepçeyê, sazîyên alîkarî, temsîlkarên partîyên sîyasî û malbatên mixtac beşdar bûn.

Abdurrahîm Altunê Serokê Komeleya Ewrupa Yetîmelîyê ku navenda wî li Elmenyayê ye derheqê bernameyê de axivî û weha got, “Em bi navê Komeleya Ewrupa Yetîmelîya Navneteweyî bi minasebeta salvegera Qetlîama Helepçeyê ya 34emîn li vê derê ne. Me daxwaz kir ku qene wa em hatine li vê derê ji mixtacên Helepçeyê re jî alîkarî bikin. Me vê bernameyê bi ÎHO EBRARê yê ku sazîya alîkrîyê ye tertîp kir. Em ê di encama xebata dê de ji bi sedan malabatan re alîkarîya xwarinê bikin. Bi îzna Xwedê em ê li 32 welatan ji mexdûr û mixtacan re bibin mêvan, em ê li wan deran ji wan re alîkarîyan bikin.”

Mehmet Kenderceyê endamê ÎHO EBRARê Sazîya Alîkarîya Însanî yê ku Hollende Navend jî derheqê xebatê de axivî û weha got, “Em bi minasebeta salvegera Qetlîama Helepçeyê alîkarîyên xêrxwazên xwe yên Ewrupayê anî li vê derê. Em bi taybetî ji bona ku îxtîyacîyên mixtacan bibînin û ji bona ku beşdarî salvegera Qetlîama Helepçeyê bibin hatin li vê derê.”

Walî Azad Tofîq jî di bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku lazim e van xebatên alîkarîyan zêde bibin, ji bona ku ev mexdûrîyetan biqedin lazim e ku xebat bên kirin.

Walî Tofîq di axavtina xwe de weha got, “Ez ji axavtina xwe re daxwaz dikim ku weha dest pê bikim, daxwazîya min ev e ku bila ji mexdurên bajara Helepçeya me ya ku di encama qetlîama kîmyasalê de mexdûr bûne re û ji birîndaran re di serî de îdareya me dû re jî bila Hikumeta Kurdistanê eleqeder bibe. Ez bi vê minasebetê ji bona ku feqîrên bajara me Helepçeyê re alîkarî kirine û tevkarî kirine ji Mamoste Muhammed û hevalên wî re gelek teşekkurên xwe dikim. Komeleya Helepçeya Serwerê derheqê vê meseleyê de gelek karên xêrê kir û dike jî, ji ber vê yekê ez wan teqdîr dikim. Kî dibe ku bila bibe dema ku ew destê xelqê Helepçeyê yê mezlûm digre, em vê tiştê hanê mezin dihesibînin û teşekkurên xwe ji wan re dikin. Îro 16ê Adarê ye, ango salvegera Qetlîma Helepçeyê ye, ji ber vê yekê em ê li ser goristanê şehîdên xwe wan û vê qetlîamê yad bikin. Ez cardin ji we hemûyan re teşekkur dikim.”

Îqbal Ghafar Amînê Serokê Komela Helepçe yê Serwerîyê jî di bernameyê de axavtinek kir û weha got, “Em Ewrupa Yetîmelî û ÎHO EBRAR, ji bona ku hatine li vê derê teqdîr dikin, xebatên wan me gelek kêfxweş kir. Xelqê Helepçeyê; xelqekî mexdûr û ji alîkarîyê re mixtace. Ji bona vê tiştê lazim e ku hemû kes ji bona Helepçeyê bixebite û xizmetê bike.”

Bername bi teqdîm kirina plaketan û belavkirina kolîyan dawî bû. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir