Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 138 kes mirin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 298 hezar û 252 testên ku hatin kirin de bi 17 hezar û 426 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 138 kes ji ber vîrusê mirin.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyeyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de balan kişand li ser tevdîran û lêxistina vaksîna coronayê.(ÎLKHA)