• DOLAR 32.572
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2418.06
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxanistanê ji bi sedan malbatî re alîkarîya ardûyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Mela Cemal Çinar derbarê xebatên alîkarîyê yên ku berdewam dikin da daxuyanîyek da.

“Piştî ku ez hatim vê kampê min fam kir ka çima Efxanî mirinê didin li ber çavên xwe welatên xwe terk dikin”

Çinar di axavtina xwe de destnîşan kir: “Em niha li vê derê ji xuşk û birayên xwe re alîkarîya ardûyê dikin. Bi rastî jî li vê derê tiştek nayê peydakirin da ku agir bê pêxistin da ku xwarin an jî çayek bê çêkirin. Ji bo însan ji vê gotinê bawer bikin divê bên vê derê bi çavê serê xwe bibînin. Piştî ku ez hatim vê kampê min fam kir ka çima Efxanî mirinê didin li ber çavên xwe welatên xwe terk dikin. Ez bi xwe jî ji dêla ku xwe li kampeke wisa bixebitim ez ê mirinê bidim li ber çavên xwe, xwe li behrê xistibana, ger ez miribana jî tiştek nedibû, qet nebe îhtîmal heye ku ez ji vî halî xelas bibim. Bi rastî jî rewşa wan nebaş e, Xweda derîyeke xêrê ji wan re vebike. Ji bo wan çi ji destên me bê em ê bikin.Niha êzingên ku bi xêra xêrxwazan hatin kirîn ji  malbatên feqîr ên ku berî niha hatine tespîtkirin re tê belavkirin.Kesên ku alîkarî ji wan re hat kirin ji dil û can dia kirin.”

Ew ê xebatên alîkarîyê yên Karwana Hêvîyê li Efxanistanê berdewam bikin.(ÎLKHA)

 



































Bu haberler de ilginizi çekebilir