• DOLAR 32.362
  • EURO 34.704
  • ALTIN 2392.792
  • ...
Weqfa Karwana Hêvîyê li Efxanistanê dest bi xebatên alîkarîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber şerê ku 40 salan berdewam kir û ji ber îşxala Amerîka ya ku 20 salan berdewam kir gelê Efxanistanê ji qonaxekle zor û zehmet derbas dibe ku di serê van zehmetîyan de îqtîsad tê.

Gelê Efxanistanê yê ku ji bo gezik nan bibe mala xwe cil û bergên xwe û pêlavên xwe difiroşin li benda alîkarîyên welatên Îslamî nexasim jî li benda alîkarîyên ku dê ji Tirkîyeyê ji wan re bên şandin in.

Ji bo gelê Efxanistanê bi wasitaya Weqfa Karwana Hêvîyê  di televîzyona Rehber TV de bi  bi beşdarbûna Serokê Weqfa Çeşmê Umîd ê Efxanistanê Seyyid Nimetullah Sadat  bernameyek hatibû lidarxistin û ji bo gelê Efxanistanê gelek alîkarî hatibûn berhevkirin ku ev alîkarî niha ji gelê Efxanistanê re tê belavkirin.

Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Cemal Çinar derbarê xebatên ku hatine destpêkirin de destnîşan kir: “Em wek Weqfa Karwana Hêvîyê li Efxanistanê ne. Em ê ji wan malbatên feqîr û jar re alîkarîyê belav bikin. Xweda xêra temamê xêrxwazan qebûl bike. Em tev bûn seferber da ku ji van birayên xwe yên ku perçeyeke ummetê ne re bibin alîkar. Ew ê xebatên me berdewam bikin. Xweda ji tevekan razî be.”

Bernameya belavkirina alîkarîyê bi diaya ku ji teref Serokê Weqfa Çeşmê Umîd ê Efxanistanê Seyyid Nimetullah Sadat bi dawî bû.(ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir