Karwana Hêvîyê ya Cizîrê ji malbatên mixtac re alîkarîya xwarinê kir
Karwana Hêvîyê ya Cizîrê, di çarçoveya alîkarîyên ku bi minasebeta Sê Mehên mibarek dabû destpêkirin de, ji malbatên mixtac û mexdûran re alîkarîyan dike.
Karwana Hêvîyê ya Cizîrê yê ku li Şirnexê fealîyetan dike, bi minasebeta Sê Mehên ku mewsîma rehmet, bereket û alîkarîyê ye ji malbatên mexdûr û mixtac re kolîyên xwarinê û goştê sor belav kir.
Servet Adlimê Serokê Karwana Hêvîyê yê Cizîrê derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê yê Cizîrê, di Sê Mehan de jî xebatên xwe berdewam dikin. Me di vê çarçoveya alîkarîya xwe de ji malbatên ku hatibûn tespîtkirin re alîkarîya kolîyên xwarinê û goştê sor belav kir. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me razî bibe.” (ÎLKHA)