• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Alimên ji welatên cuda: Misilman divê ji bona azadîya Qudsê bixebitin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêx Abdullah Yusufê Alîkarê Serokê Lijneya Alimên yê Sudanê di axavtina xwe de destnîşan kir ku meseleya Qudsê ji bona Misilmanan meseleyeke ‘esasî ye û ew ji 3 pîrozên Misilmanan yek e, ew bi bîr anî ku Pêxemberê me gotîye ku mirov li ser ‘Erda cîhanê ji bona 3 mizgeftan rêwîtîyê dike, ji vana yek jî Mescîdî Eqsaye.

"Hinek kesên ku ji xwe re dibêjin alim ji bona dinyayê dînê xwe firotine û alîkarî didin sîyonîstan”

Yusuf di axavtina xwe de weha got, “Wan sîyonîstan, ji bona ku vê de’wê ji holê rakin û zeîf bikin her metodê bi kar tînin. Ji van metodan yek jî asayîbûn e. Wana vê asayîbûnê  bi navê ‘Mitabeqetên Îbrahîmî’ bi nav kirin e. Ew bi vê navkirinê ev tiştê didin qestkirinê ku her sê dînên mezin yê Cihuyî, Xiristîyanî û Îslamîyetê li ser Hezretî Îbrahîmê kom dibin. Çi heyf e ku hinek bireveberîyên xaîn û wan kesên ku bi navê alim tên hesibandin ku ew ji bona dinyayê dînê xwe firotine, hinekan jî di vê meseleyê de alîkarîyê ji wan re dikin. Bila zanibin ku bawerîya misilmanan ku derheqê Hezretî Îbrahîm de ev e ku Xwedê Teala di Qurana pîroz de weha dibêje ‘Îbrahîm, ne Cihû ne jî  Xiristîyan bû. Ew, Misilmanekî yê ku Xwedayê xwe nas dikir û yekî rast bû. Ew ji mişrîkan jî nebû.’ Û bila Misilman jî weha bawerî bînin.”

“Bila Misilman bawer bikin û baş zanibin ku rêya xelasîya Beytul Meqdîsê yek tenê ye ku ew jî rêya cîhadê ye”

Yusuf di axavtina xwe de îfade kir ku normalbûnîya ku bi sîyonîstan bê kirin di şer’ê de tu meneyeke wî tuneye û weha berdewam kir, “Dînê ku Xwedê Teala qebûl bike yek heb tenêye ku ew jî Îslam e. Kî ku xeyn ji Îslamê dînekî dinê bigere bila baş zanibe ku ew di axiretê de ji wan kesên ku ew ê zerarê bibînin bibe. Ji ber vê yekê, mitabeqetên ku hinek dewletan bi wan re dikin li gorî şer’ê tu qîmeteke wî tuneye. Çîmkî tiştekî yê ku di şer’ê tinebe, di me’na hîssîyatê de jî tuneye. Hemû van tiştan, pîsîtîyên ku ew ê Misilmanan ji bona ku van pisîtîyê vegerînin xebatê bikin . Her wiha bila Misilman baş zanibin ku, cîhada birayên me yên ku li Qudsê û li derdorê Beytul Meqdîsê dikin, ji bona azadîya wan pîrozahîyan û ji bona xelaskirina esareta ku birayên me tê de ne ku ev esaret ji teref îşxalkeran ve tê kirin rêya tenê ye. Kî ku bi duayên xwe, bi malê xwe alîkarî bidin, xêrekî mezin dikin. Di vê rewşê de ew ê Xwedê Teala wî kesê hilbijîrine û wî kesê ji wan kesên ku ew rastin û ‘adîlin bihesibîne. Ez ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila dilê me bi zafera wan birayên me yên micahid fireh bike.”

“Sîyonîzm, talukeyekî wisa ye ku lê sînor tuneye û her roj mezin dibe"

Dr. Xaris Musennayê Serokê Beşê Sîyasî yê Cemîyeta Alimên Misilman yê Iraqê di axavtina xwe de destnîşan kir ku talukeya sîyonîzmê bi tenê Filistînê nîne û  dûre wiha got:“Wek ku em hemû dizanin ku, Cihuyan, heta ku ji destê wan bê ew ê cîhê ku dewleta Cihuyan ava bikin ew ê sînorên xwe zêde bikin û ew wisakî bawer dikin ku sînorên wan sînora ‘erdên Filistînê tenê nîne. Ji ber vê yekê ew ketine pey parastina ‘erdên dinê jî. Ji xwe qesta me ya ji vê tiştê em qala dewletên Erep û Misilmanan dikin. Sîyonîstan, ji bona ku van hedefên xwe bi cîh bînin bi gelek projeyan xebatan dikin. Ji van projeyan ev ê herî pêşî jî projeya normalîyê ye. Taluka sîyonîstê, talukeyekî yê ku sînora wî tuneye û her roj mezin dibe ye. Çi heyfe ku em niha di meydanan de vê rewşê dibînin ku ew jî ev e; dewleta Cihuya, di alîyê Erep û Misilmanan de gelek xwe bi cîh kirîye. Ev rewş ji me re nîşan dide ku; em bi hemû amûrên xwe li hember vê taluka sîyonîst bisekinin. Xulase tiştên ku em ê bibêjin ev e ku di welatên Erep û Misilmanan de gavê yê herî ‘ewil ew e ku bila xwe ji wê talukeya ku di nav welatên wan de ye biparêzin. Lazim e ku em bi wan sîyonîstan re normaltîyê nekin û xelqê xwe li hember wan bidin fêhmkirin û bila xelqê wan welatan jî micadeleyan bikin.”

“Ew kesên ku ji bona azadîya Qudsê naxebitin bila ji îmanên bikevin şiphê”

Muhammed el-Hîdnîyê Serokê Biroya Sîyasî yê Herketa Cîhada Îslamî jî derheqê meselê de axivî û weha got, “Em îro vî tiştê bi girîngî destnîşan dikin ku Quds, bi tevî meseleya dînî, çandî û kultûrî  nîşana herba Îslam û Xerbê ye, herba bi xaçperestan û sîyonîstan  re ye. Îro wan kesên ku rabûna ummetê û hema ji micadeleyekî yê serxwebûnîyê yek hedef digrin û wan kesên ku Filistîn û pîrozên ummetê hedef digrin wek hev in. Heta ku ew xerba ku ji Xaçan saz dibe,dema ku ew Îslam û sîstema sîyasî ya ku ji teref Dewleta Xîlafeta Osmanîyê ve dihat kirin xira nekirana û zêhnîyetên Misilmanan bi fealîyetên mîsyonerî hedef negirtana, mewcûdîyetekî yê sîyonîst ew ê çênebûna. Îro wan kesên ku ji bona azadîya Qudsê xebatê nakin û li hember hebûna sîyonîstan nasekinin, ji bona serxwebûnîya welatên xwe û pêşveçûna welatên xwe jî nikaribin bixebitin. Wan kesên ku ji bona azadîya Qudsê naxebitin, bila ji îmanên xwe, dînê xwe û welatperwerîyên xwe şiphe bikin.

Îro ew rayedarên Ereb ên ku bi sîyonîstan re mitebeqetên koletîyê îmze dikin, ji rejima îşxalker û fealîyetîn wî re bêdeng dibînin. Çîmkî ‘eynî roj zarokên Qudsê û dildarên Qudsê, ji bona ku Qudsê û pîrozîyên xwe biparêzin radibin pîyan. Bila hemû kes zanibe ku Quds, xwedîyê ummeteke wisa ye ku dîroka wê bi cîhad û medenîyetê tijîye. Ev ummeta ku ji reng, ‘esl û mezhebên cuda çêdibe, xwedîyê dîrokekî bi kok, ulemayên ku di bin bedenan de radikevin û micahidan e. Zilam ên Qudsê yên ku ji Xwedê Teala re soza zaferê an jî şehadetê dane hene. Her du van tiştan jî ji bona wan zafer e. Wan zilaman, zilamên wisanekî çi wan kesên ku îxanetê dikin û çi jî wan kesên ku li hember wan disekinin nikarin zirarê bidin wan. Heta ku emrê Xwedê ji wan re were, li ser rêya xwe sebatê dikin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir