• DOLAR 32.56
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2435.424
  • ...
ÎHO EBRAR li Malîyê ji sêwîxaneyê re alîkarîya xwarinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên ÎHO EBRARê ku di dema borî de rewşa sêwîxaneyekî tespît kiribûn û ji wan re alîkarîya meddî kiribû. Wan rayedaran tespît kiribûn ku li sêwîxaneyê xeyn ji birinc û kartolan tiştekî dinê tineye, ji ber vê yekê projeyek dabûn destpêkirin û bi alîkarîyên xêrxwazan ji wan sêwîyan re xwarinê belav kirin.

“Me îxtîyacîya birinc, kartol û rûnê sêwîxane yê ku ji wan re mehekî qîm bike da wan”

Sabahattîn Ugarê ji rayedarên ÎHO EBRARê ye derheqê meseleyê de daxuyanîyek da û weha got, “Me 3 roj berê li vê sêwîxaneyê zîyaret kir û me ji wan êtîmên me re xercaneyan belav kiribû. Di çarçoveya zîyareta me de, me dît ku erzaxê sêwîxaneyê kêm mabû û me jî ji ber vê yekê ji xêrxwazên xwe re bang kiribû. Xwedê ji wan razî bibe wan xuşk û birayên me yên xêrxwaz jî goh dan banga me û ji me re alîkarî kirin. Me jî îxtîyacîya birinc, meqerne û rûnê ku nêzê mehekî qîma wan bike da wan. Xeyn ji van xwarinan me ji zarokên biçûk û pitikan re jî mama stand û teslîmê rayerdaran kir. Bi rastî jî dema ku em sêwîxaneyê gerîyan dilê me gelek xemgîn bû. Hemd ji Xwedê re be kû hinek be jî me îxtîyacîyên wan û mamayên pitikan temîn kir.”

“Armanca me ev e ku em daîma ji sêwîxaneyê re alîkarî bikin”

Ugar di axavtina xwe de bi bîr anî ku sêwîxane û êtîm daîma mixtacên alîkarîyê ne û weha berdewam kir, “Li vê derê sêwîxaneye, hûn jî zanin ku li sêwîxaneyan êtîm dimînin. Îxtîyacîyên êtîmên li vê derê jî daîma mama, xwarin û şîr e. Bi îzna Xwedê em ê bi xercaneyên xêrxwazan alîkarîyê ji wan êtîman re bikin. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên ku ji me re alîkarî bûne re razî bibe. Xwedê Teala bila karên wan rast bike, ‘emrê wan bi bereketê bike. Bila di her du dinyayê da jî wan û malbatên wan ‘ezîz bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir