Avustralyayê HAMASê xist nav “lîsteya terorê”
Hat hînbûn Avustralyayê, HAMASa Hareketa Berxwedana Îslamî ya li Filistînê xist “lîsteya terorê.”
Avustralyayê ku ev bû 20 salan Tuxayên Îzzeddîn el-Qassam xistiye “lîsteya terorê” vê lîsteyê berfirehtir kir û HAMASê jî xist nav vê lîsteyê.
HAMAS piştî vê qerara Avustralyayê daxuyanîyek belav kir û ji qerara ku hatiye dayîn re bertek nîşan da û wiha got: “ Gelê me bi salan e ku ji bo rizgarîya axên xwe micadele dike ku hikûmeta Avustralyayê vê mucadeleya gelê me yê meşrû wek tiştekî nebaş wesfandiye ku em vê yekê bi tundî şermezar dikin.”(ÎLKHA)