• DOLAR 32.248
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2502.334
  • ...
Hikumeta Efxenîstanê ji karsazên Efxen re bang kir: Ji bona razemenîyê werin welatên xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîrader, bi temsîlkarên sektora taybet a Efxenîstanê re civînîyek kir. Ji civînê re bi tevî rayedarên hikumetê gelek sefîrên welatên dinê jî beşdar bûn.

Bîrader di civînê de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew li giştîyê welat ewlehîyê bi cîh kirine û ji bona tîcaret û razemenîyê zemînê jî amade kirin e.

Bîrader di axavtina xwe de got ku bila civaka navneteweyî, mueyyîdeyên ku li hember Efxenîstanê tên kirin bila rakin û Efxenan jî ji bona ku bên welatên xwe û li welatên xwe razemenîyê bikin wan da’wetê welat kir.

Bîrader karsazên ku di nav welat û derveyê welat da ne re banga razemenîyê kir û weha got, “Vegerin welatê xwe. Razemenî û tîcaretên we yên li vê derê ew ê him ji we re û him jî ji milletê Efxenîstanê re feyde bibe.”

Bîrader di berdewama axavtina xwe de got ku ew ê ewlehîya mal û razemenîyên wan bikin bin ewletîyê, “Razemenîyên navneteweyî roj bi roj sivik dibe û di seneyî, tîcaret û razemenîyê de jî îmkanan bi kar tînin, em ji bona ku rewşa îqtîsadîyê baş bibe jî micadele dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir