NY: Hêjmarên kesên ku ji Ukraynayê revîyane milyonekî derbas kir
Fîlîppo Grandîyê Komîserê Bilind ê Miltecîyan yê NYê got ku ji ber qrîza ku li Ukraynayê heye hêjmarên wan kesan ku ji Ukraynayê revîyane ji milyonekî derbas kir.
![NY: Hêjmarên kesên ku ji Ukraynayê revîyane milyonekî derbas kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/58toYtl8FfXnKZf9cREoh0APqNs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/09/ny-hejmaren-kesen-ku-ji-ukraynaye-reviyane-milyoneki-derbas-kir-5c4b69cc.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Komîsertîya Bilind a Miltecîyan ya Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku hêjmarên wan kesên ku ji Ukraynayê revîyane bû milyonek.
Komîsertîya Bilind a Miltecîyan ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ew texmîn dikin ku hêjmarên miltecîyên Ukraynayê ew ê bibe 4 milyon, ew destnîşan kirin ku wisa xuya dibe ku ew ê hêjmar ji texmîna wan jî zêdetir bibe.
Grandî di berdewama daxuyanîya xwe de got ku miltecîyên ku ji Ukraynayê derdikevên piranî diçin Polonyayê. (ÎLKHA)