Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 5 milyon û 963 hezar kesan
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 5 milyon û 963 hezar û 855 kes mirin.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 5 milyon û 963 hezar û 855 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 434 milyon û 968 hezar û 392 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 972 hezar kesan.(ÎLKHA)