• DOLAR 32.18
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2430.749
  • ...
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyama Qendîla Mî’racê hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser navê Weqfê Osman Yalçinkayayê Koordinatorê Bajara Edeneyê daxuyanî da û di daxuyanîyê de bal kişand li ser muhîmtîya Qendîla Mî’racê ya ku nimêj di wê şevê de dîyarî bûye.

Yalçinkaya ji daxuyanîya xwe re bi hemdkirina Xwedê Teala dest pê kir û weha got, “Rebbê me di sureya Îsrayê di ayeta yekemîn de weha dibêje, ‘Xwedayê ku Muhammedê ‘evdê xwe di şevekî de ji bona ku hinek ayetên xwe nîşanê wî bide ji Mescîdî Heramê bir Mescîdî Eqsayê ku me derdora wî mibarek kirîye, ji hemû noqsaîyan munezzeh e. Bêşek ew ê ku her tiştî bi heqqê wê dibihîse û bi heqwê wê dibîne ew e.’ Û heqîqetîya vê meselê jî bi vê ayetê û bi Quranê payîdar kirîye. Xwedê Teala di sureya Necmê de jî weha dibêje, ‘Navbera wî û Rebbê te, wek navbera du kevanan bû an jî ji wî jî nêztir bû. Xwedê wehya xwe ji ‘evdê xwe re wê wextê dîyar kir.’ ”

Yalçin ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Pêxemberê me nêzê sal û nîv berya hîcretê şeva 27emîn a meha Recebê ji teref Xwedê Teala ve ji Mescîdî Heramê yê ku li Mekkeyê ye bir Mescîdî Eqsayê yê ku li Qudsê ye. Li wê derê jî dem û cîhan derbas bûn û ew bilind bû û çû asîman. Ji wî re gelek meqamên meddî-menewî û mewqîyên ku nisîbê tu însanekî nabe hat nîşandan. Ew li hemû cîhan derbas bû û çû hizûra Xwedê. Qedr û qiymeta Hezretî Pêxember yê Mî’racê; mora Xwedê Teala ye ku li ser muhîmtîya sinneta pêxember hatîye danîn. Quran û Sinnet wek perçeyekî qumaşê ye ku ew rûyên hev dû yên du alîne. Cudayîya wan ne mumkin e. Kî hebe ku ji bona hizûr û îsleha civakê micadeleyê dike, encax bi metoda pêxember dikare bighêje encamê. Çîmkî Xwedê Teala; riza xwe û kêfxweşîya xwe li ser rîayet kirina sinneta pêxember girê daye.”

Yalçinkaya di şeva Mî’racê de ji mirovan re derheqê tiştên ku di wê şevê de bikin tewsîyeyan da û weha got, “Em di vê şevê de dema ku van tiştan bikin em ê dikaribin ku şeva xwe bi xêrê derbas bikin înşeallah. Ew tişt jî wisa ne ku mirov di mizgeftan de bernameyan tertîp bike, Quranê bixwîyne, cewşenê bixwîyne, zêde zêde selewetan li ser pêxember bîne, bi malbatên xwe re derheqê muhîmtîya şevê de sohbetê bike, derheqê gunehên xwe yên borî de xwe bikşîne hîsabê, ji bona ku Xwedê Teala gunehên me ‘efu bike ji Xwedê Teala‘efuyê daxwaz bikin. ji bona nexweşên me duayan bikin, êtîm û sêwîyan kêfxweş bikin. Eqrebe, malbat, heval û dostên xwe bi dûrîtî be jî li wan bigerin rewş û xatirên wan bipirsin. Ji wan birayên me yên ku di bin zilma wan zaliman de mane re jî ji bona ku bila bighêjin xelasîyê duayan bikin.”

Yalçinkaya di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku bila vê şeva Mî’racê ji bona alema Îslamê, însanîyet û ummetê bibe wesîleya xêrê, “Misilmanên ku di vê salvegera mucîzeya Mî’racê de ji bona îslaha ummetê xebatê dikin, ew ê li derdora sinneta pêxember zêdetir sefên xwe bijdînin. Xwedê Teala; bila di vê şevê de feyza me zêde bike û bila dawîya zilmê bîne, bila bi lez û bez me bighêjîne îqlîma Muhammedî.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir