Zelensky: Em dev ji çekan bernadin
Serokê Ukraynayê Zelensky destnîşan kir "Em dest ji çekan bernadin. Em li sehayê ne, em parastina welatê xwe didomînin."
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy peyameke vîdyoyî belav kir û tê de li derveyî ofîsa xwe ya Kîevê daxuyanî da.
Zelenskiy got, "Derew tê kirin û tê gotin ku Ukrayna dev ji çekan berdaye û amade ye ku teslîm bobe. Tiştekî wiha tune. Em hemû li qadan in, em parastina welatê xwe didomînin." (ÎLKHA)