• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve peyama Qendîla Mî’racê hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama platformê ji teref Qadrî Ozalpê Koordînatorê Bajara Şirnexê ve hat xwendin û bal hat kişandin li ser  muhîmtîya Qendîla Mî’racê ya ku nimêj di wê şevê dîyarî bûye.

Ozalp bi sûreya Îsra ayeta 1emîn dest bi xwendina peyamê kir.

Xwedayê ku Muhammedê ‘evdê xwe di şevekî de ji bona ku hinek ayetên xwe nîşanê wî bide ji Mescîdî Heramê bir Mescîdî Eqsayê ku me derdora wî mibarek kirîye, ew ji hemû sîfetên kêmasîyê paqij e. Bê şek ew ê ku her tiştî bi heqqê wê dibihîse û bi heqwê wê dibîne ew e. (ÎSRA 1)

Di daxuyanîyê de derheqê nîmetên ku di şeva Mî’racê de hatine dayîn de nirxandin hat kirin û weha hat gotin, “Mucîzeya Mî’racê, piştî sala xemgînîyê, di piştî rehmet kirina Hezretî Xetîceya ku xemrevin, hemraz û dostê ew ê herî mezin yê pêxember (‘eleyhîsselam)ê me ye û piştî rehmetkirina Ebi Talîbê ap û piştevanîyê pêxemberê me, piştî di dema ku ji ber êrîşan ew nikaribûn Îslamê teblîx  bikin û ji ber vê yekê ji bona ku cîhekî dinê bibînin di lêgerînê de bûn û çûbûn Taîfê û wê meseleya ku dilê me perçe dikir de pêk hatibû. Xwedayê dilovan piştî van meseleyên pirsgirêk bi mucîzeya Mî’racê ji Pêxember û eshabê wî yê bi qîmet re feyzekî û bereketekî îhsan kirîye. Vê şeva mibarek yê ku Pêxember ji Mekkeyê çûbû Qudsê û ji wê derê jî çûbû Sîdretul Muntehayê di şeva 27emîna Recebê de pêk hat. Rebbê me di vê şeva mibarek de bi Resulê xwe Hezretî Muhammed re xeber da û bi şexsê wî ji ummeta Îslamê re 3 hedîye şîyand. Di vê şevê de nimêja ku pêxemberê me dibêje ew ronîya çavê min e hat ferzkirin, ayeta dawî ya sureya Beqereyê di vê şevê de nazil bûn. Û di vê şevê de mizgînek hat dayîn ku ew ê Xwedê Teala xeyn ji şîrkê ew ê hemû gunehên yê mezin efû bike, hatîye dayîn.”

Di daxuyanîyê de qala  tiştên ku di vê şevê de divê bên kirin hat kirin û weha hat gotin “Ev rêwîtî, ji serî heta dawî tê de gelek me’ne hene û ew seyehet seyehatekî yê ku pêxemberê me di meqamên menewî û mertebeyên kemalîyê de bilind dibe ye. Em xebat bikin di vê demê ku rehmeta Xwedê wek baranê li ser asîman dibare de ji bona ku em xwe nêzê Xwedê Teala bikin û divê em zanibin ku nêzbûna Xwedê Teala, bi cîh anîna emrê wî, dûrketina ji wan tiştên ku qedexe kirine mumkin e. Ji ber vê yekê em jî vê şevê bi distura ku nimêj mî’raca muminê ye sicdên xwe zêde bikin, Quranê ayet bi ayet di qelbê xwe de neqş bikin, destê xwe ji Xwedê re vekin û ji bona ummeta ku di vê xewa xefletê de ye şîyar bibin, pêşî ji bo Qudsê û wan coxrafyayên ummetê yên ku zalim xira kirine re di’a bikin.”

Ozalp di dawîya daxuyanîyê de weha got, “Em bi vê wesîlê, Qendîla Mî’racê ya alema Îslamê pîroz dikin, ji Rebbê xwe ji bona ku bibe wesîleya xêrê, biratîyê û xelasîyê nîyaz dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir