Li Stenbolê li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 7 kes hatin binçavkirin
Li 6 navçeyên Stenbolê, li 10 edresan operasyona hevdemî hat lidarxistin, di encama operasyonê de 7 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin şikdarên ku hatin qefaltin di nav lêgerîna fealîyetên çalakîyê de bûn û li ser navê DAÎŞê jî fealîyetan kirin.
Hat ragihandin şikdarên ku hatin binçavkirin piştî qontrolên tenduristîyê hatin şîyandin Midirtîya Ewlehîyê. (ÎLKHA)