• DOLAR 32.371
  • EURO 34.94
  • ALTIN 2404.136
  • ...
Bi minasebeta Hefta Qudsê dê roja Înê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bê tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember û ÎTTÎHADUL ULEMA daxuyanîyeke hevpar belav kirin, di daxuyanîyê de ji bona ku beşdarê wan daxuyanîyên çapemenîyê bên bûyîn ji xelqê re bang kirin û bal kişandin ku de’wa Qudsê de’wa Ummetê ya  hevpar e.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “De'wa Qudsê, ji wan de'weyekî wisa ye ku ew ê ummetê bighêjîne îzzetê, ew ê wehdetê saz bike, ew ê dijminê ummetê yê  herî şedîd mehkûm bike. Xwedî derketina Qudsê, anîtina rojevê ya Qudsê, xebatên ku ji bona xelasîya Qudsê bên kirin, ji hemû Misilmanan re ferz e. Hetanî Quds azad bibe pêşîvanê rojeva me ew ê dîsa Quds be û ew ê berdewam bike.”

Di berdewama daxuyanîyê de bang li mirovan hat kirin û weha hat gotin, “Em hemû xelqê xwe yên misilman ên ku evîndarên Quds û Eqsayê ne vedixwînin daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ku di tarîxa 25ê Sibatê ya roja înê de bê kirin dikin.”

Di daxuyanîyê de cîh û seatên daxuyanîya çapemenîyê jî hat belavkirin û wan cihan jî wisa ne:

“Dîyarbekir: Seay: Piştî Nimêja Înê - Cîh: Mizgefta Mezin

Êlîh: Seat: 13.30 – Cîh: Taxa Gulistanê

Stenbol: Seat: 14.00 – Cîh: Mizgefta Fatîhê

Wan: Seat: Piştî Nimêja Înê – Cîh: pêşîya Mizgefta Hezretî Omer

Edene: Seat: 13.30 – Cîh: Meydana Çileya 5

Riha: Seat: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Dergah

Entab: Seat: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Mizgefta Mezin

Xarpêt: Seat: 14.00 – Cîh: Meydana Ahmet Aytar

Çêwlig: Seat: 13.00 -  Cîh: Pêşîya kuleya seatê yê ku kêleka Mizgefta Mezin e

Qonye: Seat: 13.30 – Cîh: pêşîya Mizgefta Şerafettîn

Qeyserî: Seat: 13.30 – Cîh: Mizgefta Hunatê

Şirnex/Cizîr: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Mizgefta Nebî Nuh

Kocaelî: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Pêşîya Mizgefta Fewzîye

Semsûr/ kehta: Seat: 14.00 - Cîh: Parqa Sala Sedemîn

Gumuşxane: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Pêşîya Mizgefta Kemalîyeyê (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir