Li Îranê di avahîyekê de teqîn: 9 mirî û 9 birîndar
Li Tahrana paytexta Îranê di avahîyeke 3 qetî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 9 kes canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Şahîn Fethîyê Midirê Hîva Sor yê Tahranê derheqê meseleyê de agahî da.
Fethî di agahîya ku da de weha got, “Li taxekî yê ku li bajara RîbatKerîma Tahranê ye di avahîyeke 3 qetî de teqînek pêk hat. Piştî teqînê avahî hilweşîya û di encama hilweşînê de 9 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.”
Ji teref Fethî ve hat dîyarkirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil sedema teqînê erdxaz e. (ÎLKHA)