• DOLAR 32.569
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2440.517
  • ...
Molla Guler: Ji wan de’weyên ku tê de can tên fedakirin re mexlubîyet  tineye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya ku li Navenda Konferans û Çandê ya Sezaî Karakoç a Şaredarîya Bajara Mezin ya li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê hat tertîpkirin, bi xwendina Qurana pîroz a ku ji teref Hafiz Omer Xoce ve hat xwendin dest pê kir.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan di bernameyê de xeberdanekî yê silavdayînê kir, di Quranê de hinek ayetan xwend, di ayetên ku xwend de ji wan yek jî wisa bû ku ew destnîşan kir wan şehîdan nemirîne û ew li hizûra Rebbê xwe tên riziqkirin û ew di nav kêfxweşîyekê de ne ku ji wan birayên xwe yên ku piştî wan şehîd bibin re di nav mizgînîya ku tinebûna xemgînî dane. Çelîk di axavtina xwe de mizgînîyek jî bi bîr anî ku wan kesên ku bi samîmî, bi îxlas û bi dil û can şehîdîyê daxwaz bikin, li gorî hedîsa pêxemberê me dema ku di nav doşekê xwe de jî can bidin, ji wan re xêra şehîdîyê ew ê bê dayîn.

Çelîk di axavtina xwe de îfade kir ku şehadet ji hemû dem û neslan re bangek e û dû re li axavtina xwe weha zêde kir, “Şehadet ev tişte ku; mirov emanetê bi şeklê ku xwedîyê wî ji wî emanetê razî bibe û ji wî dilxweş bibe tu teslîmî wî bikî ye, ji bona de’wa Îslama  pîroz devjêberdana evîna xwe ye, devjêberdana zarok û malbata xwe ye, devjêberdana can û malê xwe ye û azadîya wî ruhê ye ku ew ruh di bedena dinyayê de êsîr maye.”

“Van şehîdan, banga şehadeta ku ji Kerbelayê hatîye kirin re gotin lebbeyk”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku, di nav meha sibatê de gelek xwedîdozvan, alim şehîd bûn û wan şehîdan jî; banga şehadetê yê ku ji teref û dema Habîl, Yehya, Uhud, Bedir û Kerbelayê ve hatîye bangkirin re, wan canên xwe yên xweşik û ruhên xwe ji bona Xwedê Teala bi kêfxweşîyê feda kirin.

Bername bi danîşana sînevîzyonê berdewam kir û dû re bi deng dayîna îlahîyên ku derheqê şehadetê de ji teref hunermendan ve hat bidengkirin berdewam kir, Mella Recaî Guler jî derheqê muhîmtîya şevê de axavtinek kir, Guler di axavtina de qala muhîmtîya şehadetê, eshabîyan û xwedîdozvanên ku ji bona de’wa Îslamê canê xwe feda kirin, kir.

Molla Guler qala rewşa eshabîyên ku di Herba Uhudê de şehîd ketine kir û weha got, “Hezretî Hemza û Musab Îbnî Umeyrê ku hatine şehîdkirin gotin ku, ‘Ya Rebbê min! Em dema ku di cinnetê de di nav ew qas nîmetan da ne, gelo haya birayên me yên ku li dinyayê ne ji me heye? Em daxwaz dikin ku bila ew zanibin em li vê derê ji xwe re îstirehet dikin û Xwedê Teala bi gelek nîmetên xwe me kêfxweş dike.’ Li hember wan daxwazîyên şehîdan, Xwedê Teala jî got ku ‘Ez ê ayetekî ji wan re bişînim ku ji wan re bibêjim şehîd mirî nînin.’”

“Ew qîmetê nedan nav û dengê dinyayê, ji bona de’wa xwe canên xwe feda kirin”

Guler di berdewama axavtina xwe de qala hîssên ku dema şehadetê de tên hîskirin û qala merheleyên dema şehadetê jî kir û weha got, “Bê şek ev ê hemû kes tehma mirinê mêze bikin û ew ê hemû kes bimre lê şehîd, dema ku ruhê xwe teslîmê Xwedê Teala dike û diçe asîman, Xwedê Teala wî dişîne bexçên cinnetê. Xwedê Teala gunehên wan bi wî xwîna wan ê ku peşka ‘ewil dikeve erdê ‘efû dike. Hêna dema ku ew di dinyayê da ne Xwedê Teala cîhê wan yê cinnetê ji wan re amade dike. Resulê Xwedê derheqê qala taca şehîdan ku Xwedê Tela dide wan de weha dibêje, ‘ew ji dinya û ji hemûyan tiştên ku di nav dinyayê da ne qîmetdar e’”

Guler axavtina xwe weha domand, “Ji wan de’weyên ku tê de can tên fedakirin re mexlubîyet  tineye. Lê dema ku em li wan şehîdên xwe dinêrin dibe ku ew di nav civakên xwe de pêşîvan bûne, dibe ku di nav civakê de ‘alim bûne û di nav civakê de qîmetekî wan hebûye. Wan şehîdan ji wan nav û dengên dinyayê re goh nedan, ji bona gavekî be jî ku ew de’wa xwe pêşve bibin, hebûn û tinebûnên xwe feda kirin. Dîsa jî wan şehîdên me xwe ji fedakirina ruhên xwe gelek zehmetîya dîtin, di zindanan de gelek îşkenceyan dîtin, di asqîya Filistînê de hatin daliqandin.”

“Wan kesên ku ji bona dînî Îslamê micadele nakin bila îmana xwe bikin hîsabê”

Guler di berdewama axavtina xwe de wan xwedîdozvanên ku şehîd bûne û nefsên ku niha hene muqayese kir û weha got, “Wan fedekarîyên ku pêşîya me hatine kirin, niha di jîyana me de heye gelo? Wan kesên ku di pêşîya me de jîyan dikirin; dema ku diçûn sicdê ji Rebbê xwe şehadetê daxwaz dikirin, ew hê dema ku şehîd nebûbûn nasnava şehîdîyê bi wan re hebû. Wan kesan ji bona de’wê beredayî û gemar canê xwe feda nekirine, ew ji bona de’wa Îslama ‘ezîz heyatên xwe feda kirin.”

Molla Recaî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Wan şehîdan xebat kirin, cîhadê kirin û heta ku ruhên xwe nedan Rebbê xwe ji hêşên xwe  cîhadê dernexistin. Wan kesên ku ji bona dînê Îslamê micadele nakin bila îmana xwe bikin hîsabê û bila ji xwe şikdar bibin. Em wek gotina Hezretî Omer, ji bona ku em îzzet û şerefa dînê Îslamê qezenc bikin, lazim e ku em şehadetê ji xwe re bikin armanc û bikin xaye, heta dawîya xwîna xwe ji bona vê dînê mubîn micadele bikin. Dû re em ê bibînin ku Xwedê Teala çawa derê îzzet û şerefê ji mere heta dawîyê vedike.”

Bername dû re bi dengdayîna îlahîyan û kirina duayê dawî bû. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir