Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê îro dicive
Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê dê di serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de îro dê bi rêbaza vîdeokonferansê bicive.
Ew ê civîn di seat 17.30î de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de geşedanên dawî bê nirxandin. Tê diyarkirin ew ê di civînê de varyata Omicronê û vaksîna TURKOVACê bê gotûbêjkirin.
Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca daxuyanîyeke nivîskî belav bike.(ÎLKHA)