• DOLAR 32.529
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2436.67
  • ...
NY: Li Yemenê 8 milyon kes dibe ku alîkarîya xwarinê negrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat bangkirin ku li Yemenê, ji ber kêmasîya îqtîsadî, alîkarîya ku canê bi milyonan însana xelas dike, ewê bê qutkirin.

Grîffîtsh di axavtina xwe de destnîşan kir ku di alîkarîya ku ji teref Bernameya Xwarina Dinyayê ve di meha Kanûna Pêşîn sala 2021an de ji 8 milyon însanan re alîkarîya xwarinê belav kiribû de ji ber kêmasîya îqtîsadîyê ew alîkarîyên xwe ew ê qut bikin, “Meha hatî ew ê vê 8 milyon kesan jî dibe ku qet alîkarîyê negrin.”

Kêmasîya îqtîsadî ji bona Yemenê tê vê me’nê ku ji wan mirovên ku mixtacên alîkarîyê ne re “alîkarîyên ku heyatê xelas dike” bê qutkirin. Ji ber vê yekê lazim e ku bi lez û bez ji vê meselê re alîkarîyekî îlawe bê dayîn, di mehên pêşî de tê hêvîkirin ku van qutkirinên ku tên kirin dibe ku zêde bibe.

Heta meha Adarê ew ê 2 milyon mirov tenê alîkarîya tam bistîne. 11 milyon însanên dinê jî ew ê alîkarîya “xwarina ku hatîye kêmkirin” bigrin. Xizmetên av û sanîtasyonê jî di demekê nêz de ew ê di 15 bajarên mezin de bên girtin û ji ber vê yekê 4,6 milyon însan ew ê tesîrdar bibin.

Martîn di axavtina xwe de ragihand ku ew ê KM di tarîxa 16ê Adarê de li Îsweç û Îswîçreyê konferansa ji bona Yemenê alîkarîyê tertîp bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir