• DOLAR 32.23
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2429.889
  • ...
HUDA PAR: Hebûna sîyonîstan ji hemû însana re tehdîdek e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanî ji teref Şehzade Demîrê Berdevkê HUDA PARê ve hat xwendin.

“Hebûna rejîma sîyonîst bi tevî Tirkîye ji hemû coxrafya me re ji bo ewlehî û hizûrê tehdîd e”

Demîr di axavtina xwe de destnîşan kir ku êrîşên rejima îşxalker û sîyonîstan li ser xelqê Filistînê berdewam dike, ew di axavtina xwe de bi bîr anî ku rejîma îşxalker di hefteya borî de li Taxa El-Mahfîyeya bajara Nablusê êrîş li erebeyekê kir û 3 kesan qetil kirin.

Demîr li axavtina xwe weha zêde kir, “Ev êrîş cardin jî nîşan da ku ev rejima sîyonîst, îşxalker e û bi tu gotinên wî bawerî nayê kirin. Serê rejima sîyonîstê ku hatina wî yê welat, di dema van êrîşên ku  berdewam dike de nayê qebûlkirin. îsraîl, dewletek nîne, ew çeteyekî îşxalker e û lazim e ku ew muameleyek wisakî bibîne. Muameleyên ku di navbera Tirkîye û rejima îşxalker de bên pêşvebirin dema ku li ser vê fikrê be ku ev munasebet ji de’wa Filistînê re zirarê nade, ev tê vê me’nê ku hûn rûyê rejima îşxalker ya bi rastî nas nakin û me’na de’wa Qudsê hûn fêhm nakin. Her gavên ku bi rejima îşxalker re li ser normalîyê bên avêtin, tê vê me’nê ku; hûn daxwaz dikin ku wê îşxalê meşrû bikin, hûn xelqê Filisînê tenê dihêlin û de’wa Qudsê zeîf dikin. Hebûna rejîma sîyonîst bi tevî Tirkîye ji hemû coxrafyaya me re ji bo ewlehî û hizûrê re tehdîd e. Rejima sîyonîst tu car li ser ji sozên xwe yên ku berê dane nesekinîne. Ew ji Mitebeqeta Osloyê ya ku ji sazîya Filistînê araste dike re jî rîayet nekir, şerta Tirkîye yê ku piştî qetlîama Mavî Marmarayê daxwaz kiribû ku bila embargoya li ser Xezzeyê bê rakirin jî nehatibû bi cîh kirin. Ew ê ku Tirkîye layîqê wê tiştê ye ev e ku çi qas jî li ser wî bibe mal jî gerek ew li cem xelqê Filistînê be û li cem de’wa Qudsê bisekine.”

“Dewletên ku di bin binesazîya ÎÎTyê ne lazim e ku bi lez û bez ji bireveberîya Hîndîstanê ya faşîst re mueyyîdeyan tetbîq bikin”

Demir, di daxuyanîya xwe de ji zilmên ku ji qîzên xwendekar ên misilmanan re tên kirin re jî bertek nîşan da û derheqê meselê de weha axivî: “Li bajara Karnataya Hîndîstanê têketina xwendekarên misilmanan bi tevî tesettûrê hatîye qedexekirin, çeteyên hînduyên faşîst jî êrîşên xwe yên li ser misilmanan zêde kirine. Dijberîya Îslamê li wê welatê ku li ser 172 milyon misilman jîyan dikin, bi hatina bireveberîya Narendra Modîyê bûye sîyaseta dewletê. Li welat, azadî û hurrîyetên misilmanan bi navê hiqûqê bi salan tê astengkirin, ev astengkirin û ev zordestîya dawîn jî di mirovan de sebrekî nehiştîye. Em wî bireveberîya faşîst a ku li hember misilmanan muameleyekî dewleta bi terorî dike û misilmanan dike hedefa çeteyan tel'în dikin. Lazim e ku Teşkîlata Hevkarîya Îslamê yê ku ji zilm û hemberîya ku li ser ‘erda cîhanê li ser misilmanan zêde dibe û ji vê meselê re jî çareserîyekî yê ku bi çev bê dîtin nekîrîye, bila bi lez û bez destê xwe helîne. Dewletên ku di bin binesazîya ÎÎTyê ne lazim e ku bi lez û bez ji bireveberîya Hîndîstanê ya faşîst re mueyyîdeyan tetbîq bike, lazim e ku heq û hurrîyetên misilmanan bên muhafezekirin. Misilmanên ku li welatê ne jî bila bi le û bez organîze bibin û bila ji zordestîyê re jî misaede nekin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir