Li Peruyê otobûs qeza kir: 20 mirî û 33 birîndar
Li Peruyê otobûsek di kendalê de gêr bû û qeza kir, di encama qezayê de 20 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku otobûs li bajara La Lîbertadê yê ku li herêma Tayabambayê ye di kendalekî yê ku 100 metre di kûrbûnî de bû de gêr bû.
Di encama qezayê de 20 kes canê xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku qeza ji ber sebeba rêya ku bi ‘herî bû pêk hat. (ÎLKHA)