• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Tekînê Serokê Bajêra Sêrtê yê HUDA PARê: Fatoreyên ceryanê û zemên ku hatin kirin esnafê mexdur dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdulhakîm Tekînê Serokê Bajêra Sêrtê yê HUDA PARê bi tevî lijneyê xwe esnafên Sêrtê zîyaret kir û pirsgirêk û tengasîyên esnafan gohdar kir.

Esnafên ku ji Tekîn re pirsgirêkên xwe digotin weha îfade kirin ku ew ji zem û fotoreyên zêde bi nebaşî gelek tesîrdar dibin, ji ber vê yekê karên xwe jî nikarin bikin, ew her roj bi zemekî nû şîyar dibin, dikanên ku ji vê zeman û fatoreyan tesîrdar bûne wisa xanê dike ku ew ê dikanên xwe bigrin.

Tekîn îfade kir ku zemên ku ji ceryanê û tiştên dinê hatine kirin, dikandar êdî nikarin kirêyên xwe jî bidin, ew daxwaz kir ku bi lez û bez bila ji zemê ceryanê re çareserîyek bê dîtin.

“Esnafên ku me wan zîyaret kir, me bi çavên xwe dît ku lembayên wan girtibûn û ji sermayan jî dicimidîyan”

Tekîn destnîşan kir dema ku ew çûne kîjan dikanî dîtine ku lembeyên wan girtîbûne û ditirsin ku lembeyên xwe vekin, ji ber vê yekê mirov dibê qey gelek dikanan girtîye û weha berdewam kir:

“Em bi navê Serokatîya Bajara Sêrtê ya HUDA PARê me wekî her demê ku em esnafên xwe zîyaret dikin vêca jî esnafên xwe yên li Bûlwara Tanê ye zîyaret kir. Melumê we ye jî ku em bi welatî di nav pêvajoyekî zehmet de derbas dibin. Bi taybetî me di vê pêvajoyê zehmet de daxwaz kir ku em nîşan bidin ku em li cem esnafên xwe ne. Dema ku me esnafên xwe zîyaret kir, me vî tiştî ferq kir ku xelqê me û esnafên me êdî ji canê xwe aciz bûne, ketine rewşekî wisa ku êdî ji xwe nabînin qala pirsgirêkên xwe bikin, çimkî dibêjin pirsgirêkên me çareser nabin, ji bona ku pirsgirêkên xwe dibêjin êdî bi wan re taqet nemaye. Dema ku em çûn esnafan, me dît ku gelek dikanan lembeyên wan girtî bûn û sobayên wan ê ceryanê jî girtibû. Gazinên wan hemûyan zemên ku ji ceryanê tên kirin re ye û ji zêdebûnîya bacan re ye.”

“Gazinên ku esnafan dianîn li ser zimanên xwe ev bû ku rayedaran ji derdên wan re nabin çare”

Tekîn di axavtina xwe de bal kişand ku qeweta xelqê ji bona standinê êdî nemaye û got, “Berê mirovek diçû dişxulîya û bi wî perê xwe ji 3êyan yek hetta ji wî yekî jî kêmtir bazara xwe dikir, lê îro ev mesref di wî qezencê de bûye 3yan 2. Dema ku ev tişt wisa dibe vêca xelq jî ji tiştên xwe yên dinê mecbur dimînin û kêm dikin. Gazinên ku esnafan dianîn li ser zimanên xwe ev bû ku rayedaran ji derdên wan re nabin hevpar, ev tişt jî dilê esnafên me gelek êşandîye. Em ji li vê derê rayedaran re beng dikin. Bi lez û bez lazim e ku bila ji pirsgirêkên xelqê re çareserî bê dîtin, ev dewlet dewleta me hemûyan e lê lazim e ku em çareserî çêbikin.”

“Şîrketên belavkirina ceryanê û sazîyên wekê wî yên ku nizanibin ew ê bêje ew şîrikê esnafan in, wekî patronên wan qezencekî bi ciddî bi dest dixin”

Tekîn di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ê tev bibînin ku ew ê van pirsgirêkan çareser bibin lê esnaf di seatên serê sibê de tê dikana xwe karekî dike, mealesef qezencê xwe yê wê rojê jî dide şîrketên belavkirina ceryanê û sazîyên wekê wî, îro gelek sazî bi bacên xwe tu dibêjî qey ortaxên esnafan in an jî patronên esnafan in. Ev tişt jî zora esnafan diçe. Ji zarokên xwe û ji malbata xwe kêm dike û tînê dide van sazîyan.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir