Êrîş li leşkerên Pakîstanê hat kirin: 5 mirî
Hat destnîşankirin militanên ku ji Efxanîstanê ketin nav welata Pakîstanê, êrîş li leşkerên Pakîstanê kirin, di encama êrîşê de 5 leşkerên Pakîstanê canê xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyanîya ku ji serwîsa çapemenîya artêşa Pakîstanê ve hatiye belavkirin, êrîş li herêma sînora navçeya Kurramê ya li wîlayeta Hayber Pahtunhvayê pêk hat.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku komekî çekdar li ser sînora Efxenîstanê ketin nav welat û êrîş li leşkerên ku li navçeya Kurramê ne kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat gotin ku ew ji êrîşê re “bi şeklekî munasîb” bersiv dan û “Pakîstan, ji bona ku ‘erdên Efxenîstanê li hember Pakîstanê bibe cîhê fealîyetan bi şîddet bertek nîşan dide.” (ÎLKHA)