• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye “Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazanê” dest pê dikin.

Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî  Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev  şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.

Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin

- Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.

- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re  xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.

-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.

-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra  di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.

Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan:

Îsal sê meh di 2yê meha Sibatê roja çarşemê dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye:

Qendîla Regaîbê: 3yê Sibatê  Roja Pêncşemê

Qendîla Mîraçê: 27ê Sibatê Roja yekşemê

Destpêka Meha Şabanê: 14ê Adarê Roja Yekşemê

Qendîla Beratê: 17ê Adarê Roja Pêncşemê

Destpêka Meha Remezanê: 2yê Nîsanê Roja Duşemê

Şeva Leyletul Qedrê: 27ê Nîsanê Roja Çarşemê

Arefe: 1ê Gulanê Roja Duşemê

Îda Remezanê: 2,3,4ê Gulanê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir