11 koçber hatin qefaltin
Otobûsek li ser rêya Bêdlîs-Dîyarbekir hat sekinandin û tê de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 11 koçber hatin qefaltin û derheqê fîrmayê de jî tehqîqat hat destpêkirin.
Ji teref walîtîyê ve hat daxuyandin ku li ser koçberan de 4 heb pasaportên sexte û 7 heb îznên rûniştinê yên sexte hat bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku derheqê şofor û muewên de jî tehqîqat hat destpêkirin.
Koçberên ku hatine qefaltin piştî miameleyên Koçberan hatin teslîmkirin Îdareya Koçên Bajêr a Bêdlîsê. (ÎLKHA)