Li Rihayê di navbera malbatan de pevçûn: 23 birîndar
Li navçeya Xalîlîyeya Rihayê di navbera du koman de ji sedema lihevnekirina ‘erd, bi dar û keviran pevçûn pêk hat, li gorî dîyarîyên’ewil di encama pevçûnê de 23 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gundê Karpuzluyê di navbera malbatan de ji ber lihevnekirina ‘erd bi dar û keviran pevçûnek pêk hat. Li gorî dîyarîyên’ewil di encama pevçûnê de 23 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji cîhê pevçûnê re gelek ekîbên tenduristî û cendirme hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan û cendirme jî li derdorê tedbîr girtin.
Hat ragihandin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)