• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Meteorolojî ji bo Şirnex û Sêrtê hişyarîya aşît û cemedê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Walîtîya Şirnexê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li gorî agahîyên ku ji Navenda Hişyarî û Texmîna Herêma Dîyarbekir yê Midirtîya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê hatine bidestxistin; li Şirnex û Sêrtê ji ber ku li çîya û kaşan berf heye ji bona ku tiştên nebaş çênebin di navbera tarîxa 28ê Çileyê sala 2022yan û 2 Sibatê sala 2022yan de lazim e ku bila tedbîr bê girtin.

Di dema rewşa aşît û cemedê de jî heta ku mirov mecbûr nebin bila dernekevin derve; mecburîya seyeheta ku bi erebê jî çêbibe lazim e ku bila di erebeyên xwe de lastîkên zivistanê bixebitînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir