Li Herêma Kurdistanê 6 kes ji Coronavîrusê mirin û 463 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 463 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 6 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 403 hezar û 427 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 203 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)