Li Almanyayê êrîş li Navenda Çandê ya Îslamê hat kirin
Hat destnîşankirin ku li bajara Halleyê ya Almanyayê êrîş li Komaleya Navenda Çandê ya Îslamê hat kirin.
Ji teref Midirtîya Ewlehîyê ve hat daxuyandin ku 3 gule li avahîyê ket û derheqê êrîşê de jî kesek hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku di 6 salên dawî de ji Komaleya Navenda Çanda Îslamê re herî kêm 3 car êrîş hat kirin.
Konseya Navenda Misilmanên Almanyayê di hîsaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Şikir ji Xwedê re ku cardin jî tu kesek birîndar nebû. Dijmintîya Misilmantîyê û nijadperestîyê li ser zimanê tenê namîne.” (ÎLKHA)