• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
Rêwîyên ku di rêya Girê Sor-Dîyarbekir de asê mane hatin xelaskirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku di encama xebatan de rêya ku hatibû girtin hinek hat vekirin, ji ber vê yekê rêwîyên ku di rê de asê mane 9 seat paşê hatin xelaskirin.

Li gorî agahîyan erebeyên ku di rê de dişxûlîyan mazotên wan kêm bû û ji ber vê yekê rêwîyan di bin talûka qefilandinê da mabûn.

Ji bona meselê li Girê Sor maseya qrîzê hat sazkirin

Di maseya qrîzê de ji teref Zeynel Abîdîn Beyazgulê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Rihayê, Abdurahman Kırıkçıyê Serokê Bajarê Rihayê yê AKPê û Ayşe Çakmaka Seroka Şaredarîya Girê Sor ve civîneke nirxandinê hat kirin.

Di encama xebatên ekîbên ku girêdayê Qeymeqamîya Girê Sor û Walîtîya Rihayê de ne rêya ku hatibû girtin 9 seat paşê hat vekirin.

Rêwîyên ku hatine xelaskirin di otêl û yûrdên dibistanê de tên mêwankirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir