• DOLAR 32.273
  • EURO 35.255
  • ALTIN 2470.622
  • ...
Weqfa Êtîman li Bangladeşê alîkarîya maddî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarîya Bangladeşê yê Weqfa Êtîman, li bajara Dînajpurê ya Bangladeşê her meh ji feqîr û êtîman re alîkarî dike û wan mixtacan kêfxweş dike, ji ber vê yekê weqif di meha çileyê de jî alîkarî kir.

 Shabir Ahmedê Temsîlkarê Bangladeşê yê Weqfa Êtîman derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek niviskî da û di daxuyanîya xwe de weha got: “Em bi navê Wefa Êtîman her meh li bajara Dînajpurê bi alîkarê xêrxwazên xwe ji feqîran re alîkarîyê dikin û wan alîkarîyên xwe berdewam dikin. Me vê mehê jî ji malbatên êtîm re alîkarîyên xwe kir.”

Ahmed di dawîya daxuyanîya xwe de weha got: “Me ji wan malbatên ku alîkarîyê ji wan re kirîye gelek du’ayan girt. Me pirsgirêkên gelek malbatan gohdar kir. Gelek malbat ji me re daxwazîyên xwe gotin ku ji wan daxwazên wan yek jî ew e, ‘Bila xêrxwaz me ji bîr nekin, bila alîkarîyê ji me re bikin.’ ” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir