Li Herêma Kurdistanê 5 kes ji Coronavîrusê mirin û 751 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 751 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 5 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 384 hezar û 182 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 151 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)