Li Rusyayê di aramxaneyekî de şewat derket
Li Mosqowaya paytexta Rusyayê di aramxaneyekî de şewat derket û aramxane di şewatê de bû wek xwelîyê. Di encama şewatê de 7 kes hat tehlîyekirin, digel 18 personelan tevde 48 kes xelas bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin hinek personel û şênîyên aramxanê bi îmkanên xwe ji cîhê şewatê derketin, 7 kes jî di nav şewatê de asê man.
Hat destnîşankirin kesên ku di aramxanê de asê mane di encama xebatên xelaskirinê de hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)