• DOLAR 32.432
  • EURO 34.468
  • ALTIN 2486.8
  • ...
Ji teref  Neteweyên Yekbûyî ve ji bo  Efxenîstanê kampanyaya alîkarîya însanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Martîn Grîffîthsê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê Karên Însanî yê Koma Miletan, di civîna çapemenîyê ya ku li Ofîsa Cenevreya KMyê hat tertîpkirin de axavtinek kir û weha got, “Em ji bona Efxenîstanê bi 4,4 mîlyar dolaran alîkarî didin dest pê kirin. Ev mîqdar ji bona welatekî tenê heta niha mîqdarekî bilind e û ji perê ku sala 2021an hatîye komkirin jî 3 qet zêdetir e.”

Grîffîthsê di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku li Efxenîstanê 23 mîlyon însan mixtacê alîkarîyê ne û axavtina xwe weha domand, “Lazim e ku em ji malbatan re ji cîhê ku li wê jîyan dikin xwarin, ji cotkaran re li cîhê ku ‘erdên xwe cot dikin toxim û ji nexweşxaneyên welat re jî amûrên tendurîstîyê temîn bikin. Ji sîwîlên ku daxwaz dikin biçin mala xwe re jî lazim e ku em ewlehîya wan jî tesîs bikin. Kampanyaya 4,4 mîlyar dolar jî ji temamê îxtîyacîyên welat re qîm dike. Kampanyaya ku me di sala 2021an de kirîye me mîqdara wî hemû kom kir. Camîaya navneteweyî jî di vê meselê de derasayîyek nîşan dan. Em wî xessasîyetê ji bona sala 2022an jî hêvî dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir