Zekerîya Yapicioglu bi Hewramîyê Cigîrê Serokê Meclîsa Kurdistanê re hevdîtin kir
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê zîyaretên xwe yên li Hewlêrê didomîne. Yapicioglu di çarçoveya zîyaretê de bi Hêmin Hewramîyê Cigîrê Serokê Meclîsa Kurdistanê re jî hevdîtinek kir.
Yapicioglu û lijneya pê re li Meclîsê ji teref Hewramî ve hat pêşwazîkirin.
Hewram, ji ber ziyareta ku hat kirin ji Yapicioglu re kêfxweşîyên xwe anî ziman û derheqê Meclîs û xebatên Meclîsê de agahîyan da wî.
Yapicioglu jî ji Hewramî re derheqê xebatên HUDA PARê de agahî da û got ku ew gelek girîngî didin Kurdistanê û ew ji wan xebatên ku feydeya wî ji xelqê Kurd re hene re dibin alîkar û ew, xebatên partîyan ên ji bo vê meselê teqdîr dikin.
Di hevdîtina ku hat kirin de derheqê Tirkîye û Iraqê de, rewşa sîyasî û meseleyên ku di erdnigarîya Îslamê da û her wisa derheqê rewşa Kurdan jî nirxandin û gotûbêj hat kirin.
Hevdîtin bi temennîyên baş bi dawî bû. (ÎLKHA)