Rejima îşxalker û sîyonîst xortekî Filistînî şehîd kir
Leşkerên rejima îşxalker û sîyonîst, li Şerîaya Rojhilata ku di bin îşxalê da ye êrîşî Filistîyan kirin, di encama êrîşê de xortekî Filistînî hat qetilkirin.
Hat destnîşankirin ku îşxalkeran, êrîş li Kampa Miltecîyê Filistînê yê ku li Balatayê ye kirin, di encama êrîşê de pevçûn pêk hat û di pevçûnê de xortekî yê ku navê wî Bakîr Haşşaş e şehîd bû.
Leşkerên rejima îşxalker dem bi dem êrîş li mal û mirovên Filistînîyan dike û di encama êrîşê de jî pevçûn çêdibin. (ÎLKHA)