• DOLAR 32.783
  • EURO 35.255
  • ALTIN 2453.648
  • ...
Li Îranê lehî: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Îranê hatine bidestxistin, li bajarên Fars, Sîstan-Belucîstan û Kîrmana ku li başûrê Îranê ne lehî çêbû.

Hat destnîşankirin ku di encama lehîyê de heta niha 8 kes canê xwe ji dest dan, 14 kes birîndar bûn û 2 kes jî winda bûn.

Li gorî agahîyan li welat hinek xanî û axir jî ji ber lehîyê xira bûne. Di encama xirabûna axiran de gelek heywan jî telef bûn.

Hat ragihandin ku xizmetên alîkarîyê ji herêma lehîyê re hatin sewqkirin û serwîsên acîl jî di rewşa hewarê da ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir