• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Li Kayserîyê ji ber sebeba ‘erd pevçûn çêbû: 3 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 3 birayên ku navê wan Seyit Y. (30), Gaffar Mehmet Y. (20) û Serdar Y. li Ceddeya Gavremogluyê Taxa Hunatê bi Mehmet Y.yê ku kurê apê wan e re rastî hev hatin.

Kesên ku nasên hev bûn ji ber sebeba mîrasê bi hevdû re pev çûn. Di encama pevçûnê de Mehmet Y. ji kurê apê xwe re kêr kişand û kurê apê wî jî bi çekê xwe di serê her 3 birayan de berda.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê meselê re ekîbên polês û ekîbên tendurîstîyê hat şîyandin. Ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat destnîşankirin ku Gaffar Mehmet Y. û Seyît Y. li cîhê melesê canê xwe ji dest dan. Serdar Y.yê birîndar jî li nexweşxanê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku polês derheqê meselê de û ji bona qefaltina Mehmet Y. tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir